Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Boldrînî: Divê Tirkiyê rêzê li mafê hemû aliyan bigire
Yekîtî Media 22/9/2016
Seroka Parlementoya Îtalyayê Laura Boldrînî bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku, rêzê li mafê hemû aliyan bê girtin.
Boldrînî, li Romayê di Komelay Çapemeniya Derve de derbarê derbeya 15’ê Tîrmehê de civîneke çapemenî darxist û got, niha li Tirkiyê dema serdestiya hiqûqê ye, lê tiştên tên kirin metirsîdar in.
Boldrînî da zanîn, kesên bê tawan tên girtin, mamoste ji kar tên dûrxistin û fişara hikûmetê ser medyayê zêde bûye.
Boldrînî da xuyakirin, divê di hemû şertan de demokrasî bê pêkanîn û rêz li dijberiyan bê girtin. Lê tiştê niha rû didin nîşaneyên “Derbeyek Sivîl” in, pêwîstî heye Ewropa amadekariya kesên ji Tirkiyê birevin û xwe bispêrin vê derê bike.
K24