Break newsNûçeslide

Biro: Divê PYD li siyasetên xwe vegere û ENKS ê qebûl bike

Yekîtî Media 28/7/2016

Serokê ENKSê radigihîne, kesên ku di sala 2004an de di Serhildana Qamişlo de li welatiyên Kurdan didan û malên û samanên Kurdan didizîn û dijminatiya Kurd dikirin, niha bûne berpirsên Asayişa Rojava.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand û got: “Li gor daxuyaniyên Serokê Desteya Berevaniyê Rêzan Gilo ku, barhilgira bombebarkirî yan di riya rêjîmê re yan di riyên wan re derbas bûye, heger di kîjan riyê re jî derbas bûbe, tiştekî xerab e. Ev çend salin di navbera wan de hevahengî heye, heger teqînek bi vî rengî li Qamişlo rû bide û evqas hejmar xelkên sivîl bibin qurbanî, tiştekî gelek xerab e.”

Derbarê rola ENKSê bo rûdanên teqînan de, Biro ragihand ku, li Rojavayê Kurdistanê aliyekê ku xwe bi zorê kiriye desthilat û rêveberî. Ew alî kesên siyasî digire û dixe zîndanan, xelkê dikuje û koçber dike, ti derfet nedaye ENKSê ku berevaniyê di ber gelê xwe de bike, ji ber vê yekê hemû berpirsiyatî di stûyê wê aliyê ku xwe kiriye rêveberî de ye.

Biro banga hemû aliyên Kurdistanî kir û got: “Divê PYDê li siyasetên xwe vegere, ka çiqasî xerabî di deverên Kurdî kiriye. Heger PYDê deriyê xwe ji hevpariya ENKSê re veneke, tê wateya ku PYDê berdewam e di têkçûna rewşa Kurdistana Sûriyê de.”

Biro amaje bi wê yekê kir ku, heger Pêşmergeyên Roj li Rojavayê Kurdistanê bana, dê bi hezaran kes jî dê tevlî wan bibana, dê deverên Kurdî baştir bihatana parastin.

Biro amaje kir jî, kesên ku di sala 2004an de di Serhildana Qamişlo de li welatiyên Kurdan didan û malên û samanên Kurdan didizîn û dijminatiya Kurd dikirin, niha bûne berpirsên Asayişa Rojava.

Biro got, berî ku Minbic bê rizgarkirin , pêwîst e deverên Kurdî bê parastin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button