Break newsRaportslide

bîranîna komkujîya amûdê

roja înê 27-6-2014 li goristana Şermola Welatiyên bajarê Amûdê salvegera yekmîn a komkujiya Amûdê vejandin.
Welatiyên bajêr Bi sedan kombûn li gel şandek ji komîta siyasî a partiya Yekîtî a kurd li sûrî ( Hesen Salih- Ismaîl Hemê- Marûf Mele Ehmed- Mihmed Mustefa- Enwer Naso ) û endamê komîta siyasî ya partiya pêşverû berêz Ehmed Silêman , welatî bi alên reş û bi gurzên gula û bi wêneyên pakrewnanên xwe ev komkujî şermezar kirin û doza dadgehkirina kesên tewanbar di vê komkujiyê de kirin di riya komîteke lêpirsînê kurdisanî be wekû tekezya gotina malbatên pakrewana û encumana xwecih li amûdê ,lê gotina encumana xwecih gumanî li dor wê hebû ji ber ku gotina komkujî têde peyda nebû dema ku amoze Esmaa hecî Qasim xwend ku ne bi vî şêweyî gotin hatibû lihevkirin wekû Îsa Mihemed nûnerê partiya yekîtî tekez kir ji yekîtî mîdya re , Welat Ûcê cîgirê serokê encumana xwecih li amûdê tekez kir li ser gotina birêz Îsa û got “gotina komkujî hatiye guhertin bi qesd ji hêla hin endamên encumana xwecih li amûdê
hêjaye gotinêye ku ji sibehê zû asayişa PYD gule li ezmana berdidan da ku metirsînê têxin dilê welatiyên amûdê da ku vê kokujiyê bi bîr neynin , lê tevî wilo welatî bi erkê xwe rabûn û ev roja reş bi bîr anîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button