Break newsNûçeslide

Bijîşkên ji bo mafê mirovatiyê: Rêjîma Sûrî êrîşeke asmanî lidijî 6 nexweşxaneyan li Helebê pêkanî

Yekîtî Media 4/8/2016

Girûpa Bijîşkên ji bo mafê mirovatiyê ragihand ku hêzên artêşa rêjîma Sûrî êrîşeke asmanî dijî 6 nexweşxaneyan li bajarê Helebê li ser dûmahiya hefteyekê pêkanî.

Rêvebera programên wê girûpê Wîdnî Brawin di daxuyaniyekê de diyar dike ku di meha Temûzê de gelek rapor gihştine dest wan têde eşkere dibe ku êrîşên lidijî sivîlan û bingehên bijîşkî li Helebê  têne armanc kirin.

Brawin di wê daxuyaniyê de wan êrîşan bi tawanên cengî bi nav dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button