Break newsRagehandinslideUncategorized

Beyanameya civata berfereh ya Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê

Dibin navê( Kobanê), civata berfereh ya partiya Yekîtî hate lidarxistin û rewśeke siyasî aloz de li rojhilata navîn û dora çar salan ji śoreśa Sûriyê . Helbet bandora vé śoreśé guhertinén mezin pêkanîn û rêxistinên téror û tundiraw di herêmé de pir bûne, ji ber ku rêjîma Sûriyê her çareseriya leśkerî didît tené û hiśt ku ev hêz gelek deveran ji Îraqé û Sûriyê dagîr . Ev bi xwe metirsiyeke mezine li ser kurdistana baśûr û Sûriyê weke Šingal, zimar û Kobanê û girê . Gelek Mal û dever talan kirin û xelk hatin kuśtin ta giha radeya komkujiyê nexasim li Šingalê. Û li Kobanê millet tev penaber bûyê li Turkiyê, sedema vé rewśé Emerîka û hevbendén wé dest bi érîśén leśkerî dijî Daîš li Kobané.
Di péśî de sekretêrê partiyê Brahîm Biro axifî li rewśa siyasî û leśkerî , peyre raporén réxistînî hatin xwendin yén derve û hundir û piśtî śirovekiriné haté çespsndin ev xalên jérîn:
– péwîstiya piśtgiriya kobané ta ku rizgar bibe û xelkê wê vegerin gund û bajaré xwe.
– Pêwîste ku çareserî ji pirsgirêka Sûriyê re bête danîn û ev tragîdî bi dawî bibe ta ku édî welatekî azad federalî ava bibe û mafê her kesî bête parastin dibin sîwaneke ,navdewletî de.
– péwîstî bi yekîtiya kurdan ku desté xwe bixin destê civaka navdewletî de ji bo vé rewśa xerab, û kurd bûne armancekî sereke bo hézén tundiraw pîśtî ku kurd roleke giring leystin û bûne hevalbendê vé civakê.
Civaté bi śéweke erénî rola seroké herémé biréz Mesûd Barzanî nirxand ji peymana Dihokê di navbera ENKS û TEV DEM de , û gerek pêk were û PYD dev ji wan śaśîtiyén xwe berdé û hevparbûné bi pejirîne .
Civaté rewśa ENKS û kaolîsiona niśtimanî ya Sûrî û hevpeymana di navbera wan de gengeśe kir û got wé berdewam be û gereke xalén bo mafén kurdan pêk werin.
Pédiviya guhertinén serete bo ENKS ta ku karibe bi karé xwe rabe ji ber ew laśekî nîv miriyê .
Hate takîdkirin biriyarén kongirê partiyé ué heftan û derî her vekiriye ji yekîtiyan re bi hêzén nézîk re. Û ev bixwe berpirsiyarî ya komîta navendî ye .
Civaté razîbûna xwe daxuayanî ji bo péwendiyén me bi hézén Kurdistanî re li her sên parçé Kurdistané yén din .di waré réxistînî de, rewśa hemû deveran hate nirxandin û péwîste ku bi péśve here, û bi taybet hate rawestandin li ser rêxistina Europa û çareseriyén wé.
Di warê media de, pédiviya roleke meztir anînr ziman bo ragihandina partiyê.
Ji bo rewśa pîreké, hate takîdkirin ku gereke eu jî hevpar be di hundiré réxistîné de li gor nûnertiya wé.
Di dawî de hevalan ev berpirsiyariya civaté bi rengekî erénî nirxand ku tevan bi giyanekî hevaltî yekîtiya rêxistinî û siyasî ya partiyê parastin û peyre qurbani û śehîdên kurd û kurdistanê û śoreśa Sûriyê hatin Bîranîn ku tev pakrewanên azadiyê ne.

Civata fereh ya partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê
12/12/204
Qamišlo

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button