Break newsNûçeslide

Beşar El-Esed parêzgarekî nû ji parêzgeha Hesekê re destnîşan kir

Yekîtî Media 16/10/2016

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed parzgarekî nû bi navê Cayiz Sewade El-Himûd El-Mûsa bo parêzgeha Hesekê destnîşan kir.

Derbarê vê yekê ajansa Sûrî ya nûçeyan SANA ku, ser bi rêjîma Sûriyê ve ye ragehand ku, Cayiz Sewade El-Himûd weke parêzgarê Hesekê li şûna Mihmed Zeal El- Elî ji aliyê Serokê rêjîma Sûriyê ve hatiye destnîşankirin.

Cayiz Sewade El-Himûd ji eşîra El-Bomanh a ser bi parêzgeha Dêrazorê ye, berî niha Serokê Erkanê Hêza Esmanî û berevaniya esmanî bû, herwiha fermadeyê firqeya 20 ku, ji 6 firokxaneyan pêktê û navenda wê bajarê Dûmêrê bû.

Li gor ragehandinê, parêzgarê Hesekê yê nû bi kuştina welatiyên sivîl ên navçeya Qelemûn li derdora Şamê tûmetbar e,Herwiha li bajarê Dûmêr komkujiyek pêkanî bû dema fermana bombebarankirina wî bajarokî bi bermîlên teqîner dabû,  tê de 22 welatiyên sivîl kuştin di nav wan de 10 zarok hebûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button