Break newsNûçeslide

Beşar EL-Esed: emê bajarê Helebê bi temamî kontirol bikin

Yekîtî Media 7/10/2016

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, ew dê bajarê Helebê bi temamî kontirol bike, da zanîn ku, ewê bi rêya lêborîneke giştî rê bide çekdarên opozîsyona Sûriyê ku, ji rojhelatê wî bajarî derkevin.

Derbarê vê yekê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel Televzyona T.V2 ya Danimarkî tekez kir ku, ewê Sûriyê bi temamî kontirolbike,  di nav de jî bajarê Helebê yê ku, niha rêjîma Sûriyê bi tundî rojhelatê wê topbaran dike.

Esed da zanîn ku, bila çekdarên Opozîsyonê ji Helebê derkevin û dê bi rêya rêkeftinên navxweyî û lêborîneke giştî rê bide wan çekdaran, ji rojhelata bajêr derkevin.

Esed di hevpeyvîna xwe de jî tekez kir ku, siyaseta wêrankirina nexweşxaneyan, dibistanan û dezgehên sivîl li cem wan nîne, dibe ku, Artêşa Sûriyê bi şaşî hin caran kiribe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button