Break newsNûçeslide

Berûvajî Daxuyaniya Asayîşê –Xwendekarên Kurd Hîn Girtî Ne Bi Behaneya Leşkeriya Neçarî

Yekiti Media – Amûdê
Piştî Derbasbûna 72 Demjimêran ji girtina ciwanênên Kurd ji hêla Asayîsên PYD ve bi behaneya leîkeriya neçarî û berûvajî daxuyaniya wî aliyî ya derbarê serbestberdana hemû ciwanan ûbi taybet xwenderkar ji wan, Asayîşê hîn xwendekarin girtî mayîne, û ji wan xwendekaran Ebdilnasir Kinco El-Faris yê ji gundekî Amûdê ye.
Bavê Ebdiqadirî ji Yekiti Media re ev yek piştrast kir û got: Kurê min li bajarê Qamişloyê hatiye girtin li roja yekşemê û wî belgeyên xwe yên xwendina xwe bi xwe re hilgirtibûn lê ew hîn nehatiye berdan.
Birêz Cinco dewam dike: Tevî ku min serdana Asayîşa Giştî kiriye piştî daxwaza Asayîşa Amûdê kiribû, û we ji hêla xwe ve daxwaza çûna min bo Desteya Bergiryê kir, lê di dawiyê de hemû hewlên min bê encam man tevû ku min belge pêşî hemû aliyên navbûrî kirin.
Asayîşê kamaniyayeke desteserkirinê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê pêkanîbû û ciwaên ku temenê wan di navbera 18- 30 salan ve armanc kiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button