Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Berdevkê DAIŞê: Lingê wî dê derbasî nav Tikrîtê nebe!

Mûsil (Rûdaw) – Mela û Berdevkê DAIŞê li Mûsilê Ebû Seid Ensarî ragihand, şerê Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kirin. Ensarî pasdarê îranî yê bi navê Qasim Sulêmanî jî tehdîd kir û got, Sulêmanî dê lingê xwe nevêje nav Tikrîtê!

Mela û Berdevkê DAIŞê Ebû Seid Ensarî, wek her car vê carê jî di xutbeya nimêja îniyê ya îro de, ku li mizgefta Zehra ya bajarokê Qeyare yê Mûsilê hat kirin û nêzîkî 300 kes tevlî bûn, dest bi tehdîd û gefan kir.

Jêderê Rûdawê, ku bixwe jî li nav mizgeftê bû, ragihand ku Ebû Seid Ensarî di xutbeyê de wiha gotiye:

“Hêzên Sefewî ku Qasim Sulêmanî serkirdetiya wan dike, bi alîkariya milîsên Hizbullahê dixwazin derbasî nav bajarê Tikrîtê bibin lê ev yek ti carî naçe serî û lingê Sulêmanî dê derbasî nav Tikrît yan Mûsilê nebe.”

Li gorî jêderê Rûdawê, berdevkê DAIŞê her wiha diyar kiriye ku “hinek bajar hene ku ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve tên kontrolkirin, Xwedê jî dê li Tikrît û hemû wan deverên ku ketine destê hêzên Sefewî, me bi ser bixîne”.

Operasyona kontrolkirina parêzgeha Selahedînê ya Iraqê zêdetirî 15 roj in ku bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kiriye. Heta niha hinek bajarok û gundên wê deverê ketine destê hêzên Iraqî lê hêzên Iraqê nekarîne derbasî nav bajarê Tikrîtê bibin.

Rayedarên Iraqê dibêjin, Îran di şerê DAIŞê bi taybet di operasyona Tikrîtê de alîkariya hêzên Iraqê dike.

Qasim Sulêmanî, fermandeyê hêza Qudsê ya pasdarên Îranê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button