Break newsNûçeslide

Barzanî ligel şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê civiya

Yekîtî Media 9/10/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê(YNK-S) kir, di civînê de şanda yekîtiyê piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê û ragehandina dewleta Kurdî nîşan da.

Îro, li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Şandekê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê(YNK-S) kir, şanda Yekîtiyê ji Seroka Yekîtiyê Wezna Hamid, cîgirê Yekîtiyê, Ebdulsemed Mehmûd, berpirsê ragehandinê Mihmed Ebdê û endamê desteya rêveber Mihmed Emîn Sadûn, lêkolîner Elî Cizîrî  û berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê(PDK-S) Seîd Umer pêkhat , herwiha di şandê de Berpirsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Hewlêr Evîn Şikakî, cîgirê wê Hozanî Dêrşwewî, Helbestvan Asaya Xelî, Nivîskar Xalid Cemîl Mihmed, Mistefa El-Şamî nav şandeyê de bûn.

Di civînê de Nivîskar û Rewşenbîrên Kurdistana Sûriyê behsa rewşa nivîskaran li Rojavayê kirin û piştevanya xwe ji serxwebûna Kurdistanê û Serokê Herêmê re nîşandan.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sipasiya şandê kir li ser xweragiriya wan û piştevaniya xwe ji wan re anî ziman.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button