Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Hêvî dikim dawî bi dagîrkeriyê were

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Terorîstan bi navê olê reftarên herî hov li dijî mirovahiyê encam dane  û hewla têkdana bingehên pîroz ên ola îslamê jî dane.” Barzanî herwiha got: “Ez hêvî dikim ku dawî bi dagîrkeriyê û zilmê were.”

Serokê Herêma Kurdistanê îro bo helkevta bîrana jidayikbûna pêxemberê ola îslamê Hz. Mihemed peyamek belav kir.
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de roja jidayikbûna pêxemberê ola îslamê li hemû misilmanên cîhan, Iraq û Kurdistanê pîroz kir.

 

Barzanî herwiha got: “Ez hêvîdar im ku ev helkevt bibe dehfdanek din bo çespandina hemû wateyên rihî yên bilind ên ola pîroz a îslamê yên wek dadwerî, tolerans, pêkvejiyan û hezkirina hevdu û rêzgirtin ji hev.”

 

Barzanî amaje bi reftara terorîstan bi navê olê kir û tekez kir: “Şermezarî dê her ji terorîstan û dijminên mirovahiyê re bimîne ku bi navê olê reftarên herî hov li dijî mirovahiyê encam didin û hewla têkdana bingehên pîroz ên ola pîroz a îslamê didin.

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî jî dike, ku ew helkevt deriyê xêr û xweşiyê ji xelkê Kurdistanê û deverê re veke û dawî bi zilm û tundrewî û dagîrkariyê were.

Barzanî herwiha hêvîdar e ku Kurdistan di asodeyî û bexetweriyê de be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button