Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: heta niha Pêşmerge serkeftineke mezin bidest xistiye û 200 k.m çargoşe kontrol kirine

Yekîtî Media 17/10/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî piştî gihêşt Eniya Xazir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, , ev qonava yekem e ji operesyonê û bêgûman bi serkeftin bidawî dibe, ku heta niha serkeftineke mezin bidest xistiye û 200 k.m çargoşe kontrol kirine.

Herwiha Barzanî ragihand, bo wê mebestê, berî destpêkirina operesyonê, wan serdana Bexdayê kirin û derbarê hûrgiliyên wê operesyonê rêkeftin.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, bo yekem çar e jî xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê tevlî hev dibe û li dijî dijmenekî şer dikin.

Di konferansa rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bersiva rojnamevanan da û got: “Îro rojeke dîrokî ye xala guhartina şerê li dijî DAIŞê ye. Yekem car e xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê tevlî hev dibe.”

Îro berbangê, operesyona rizgarkirina Mûsilê bi beşdariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û artêş û hêzê din yên Iraqê dest pê kir.

Derbarê mana hêza Pêşmerge li navçeyên kontrol bikin, Barzanî ragihand, Her cihek pêwîst be, Pêşmerge dimîne, ew jî bi rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button