Break newsNûçeslide

Barzanî di peyamekê ji bo Trump: Gelê Kurdistanê çaverêyî piştevaniya we ye

Yekîtî Media 9/11/2016

Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Donald Trump dike, ku wek serokê nû yê Amerîka hate hilbijartin.

Hevdem Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîka dike, ku di şerê li dijî DAIŞê û teroristan de, hevkariya Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve ji bo hilbijartina ya wekî Serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikin.”

Barzanî di peyama pîrozbahiyê de got: “Hêvîxwaz in ew yarmetî û hevpeymaniya me li paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bê. Gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyekî tevahî ji cenabê we dike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button