Nûçeyên herêmî û cîhanî

Barzanî: Bi tenê tawanê wî ew bû ku Kurd e…

Yekîtî Media 15/4/2016
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bi helkefta salvegera Qirkirana Enfalê de peyamek belav kir û tê de got, “Mixabin hêj li Bexdayê kesên xwedî ramanên Enfal pêk anîne hene, ku ji destê wan were ewê heman tawanê dîsa bikin.”
Serok, di wexta merasîma binaxkirina şehîdên Enfalê de rahiştibû tabûtê ku ew yek bibîr anî got, “Ez nizanim navê şehîd çi bû. Jin bû, mêr bû, gênc bû an pîr bû min nizanîbû. Encex min dizanîbû ku ew şehîdekî bêguneh û mezlûm bû. Bi tenê tawanê wî ew bû ku kurd e.”
Barzanî hestên xwe yê wê wextê wiha anî ziman:
“Wê gavê, min hest kir ku nêzîktirên merivê wî ez im. Eger mêr e birayê min, eger jin e jî xwişka min û eger ciwan e kurê min, keça min e. îro em dibînin ku Kurdistan bi xwîna wan hatiye rizgarkirin.”
Piştî hemû ew qurbaniyan divê Kurdistan azad bimîne. Gava dê û bavê şehîdan xwe li min werdida û digotin ’em hest dikin ku îro şehîdên me zindî dibin.’ ji bo min rûmeta herî mezin bû.
Li vê cîhanê ji wê mezintirîn an pîroztir nîşane tune…”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button