Break newsNûçeslide
Balafirên Tirkiyê gundên Babê bombebaran kirin
Yekîtî Media 14/11/2016
Artêşa Tirkiyê ragehand ku, balefirên şer yên Tirkiyê gundên derdorê Babê bombebaran kirin û hêzên tirk û rikberiyê ketine hin taxên Babê.
Berpirsekî Meclîsa Tirkmenên Sûriyê ragehand, Firqeya Sultan Mûrad ya Tirkmenan şeva bihurî gundên bi navê Hazwan, Susyan, Aldana, Kiyran, Uglan û Awlan kontrol kirin û destnîşan kir di nav 2 rojan de wê bikevin navenda Babê.