
Break newsNûçeslide
Asayişa serbazî ya PYD êrîşî gundê Qeçelê yê gundewarê Amûdê kir
Yekîtî Media 25/12/2016
Êvara doh, şemê 24 berçile, asayişa serbazî ya girêdayî partiya Yekîtiya Demokrat PYD êrîş ber ser gundê Qeçelê li gundewarê Amûdê daku ciwanan jibo leşkeriya bizorê binçav bike.
Jêderekî ji gund ji Yekîtî Media re ragihand ku , asayişa PYD tu ciwan binçav nekirin, jiber ku ciwanên li gund mabûn tenê yên temenê wan kêmî 18 salan bûn, û yên xwendekarên zanîngehan.