Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mesûd Barzanî: Li Kurdistanê hizra teror û cudakariya olî cihê xwe nabîne

Yekîtî Media 25/12/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna jidayikbûna Mesîh peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, bi sedema êrîşa dirindane ya terorîstan beşeke zêde ji Krîstiyanan mal û halên xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdar im piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.

Di beşeke din ya peyamê de hatiye, Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xuşk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser be), germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xûşk û birayên xweşdiviyên Krîstiyanan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşî û şadî ji bo wan dixwazim.

Bi sedema êrîşa dirindaneya terorîstan beşeke zêdeyê xuşk û birayên me yên Krîstiyan mal û halê xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdar im piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bextewerî û bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.

Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim ku xuşk û birayên me yên Krîstiyanan ji wê yekê piştrast bikim ku Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xuşk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne. Li Kurdistanê da tu demekî hizra teror û cûdakariya ol û mezhebî cihê xwe nabê. Em hemû li mirovayetiyê da bira û hevbeşîn û hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikarê birayetî û pêkvejiyana me têkbide.

Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xêr û bexteweriya we yên ezîz û hemû salek bi aramî û azadiyê da cejna xwe pîroz bikin.”

Mesûd Barzanî

24.12.2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button