Break newsNûçeslide

Asayişa PYDê berdewam e di hilmeta binçavkirinê de li Çilaxa û Dêrikê

Yekîtî Media 24/9/2016

Li bajarê Dêrikê û Çilaxa û gundewarê wan , asayişa partiya yekîtiya demokrat PYDê berdewam e di binçavkirina endamên partiya demoqratî Kurdistanî-Sûriya PDK-Sê de.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Dêrikê, asayişa PYDê endamê PDK-S Casim Mihemed Bilî ji gundê Şerrikê li devera Koçerat roja pêncşemê 22 êlûnê binçavkirin.

Herweha nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa ragihand, ku asayişa PYDê endamê PDK-S Seîd Yûsif Mihemed ji gundê Dêrûna Axê li devera Alyan roja înê 23 êlûnê binçavkirin û ew ber derek nenas ve birin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button