Break newsNûçeslide

Asayişa PYDê 4 girtiyên siyasî serbest berdan

Yekîtî Media 1/10/2016

Asayişa partiya Yekîtiya Demokrat PYDê , doh înê û sibeha îro şemê, 4 girtiyên siyasî ji zindanên xwe serbest berdan.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa ragihand ku asayişa PYDê 4 endamên partiya demoqrata Kurdistanî-Sûriya serbest berdan, ew:

1.Mihemed Elî Weysî ji xelkên gundê Girê Berî yê girêdayî Çilaxa ku roja 25 meha Êlûnê hatibû binçavkirin.

2.Reşîd Hesen ji xelkên gundê Batirzan li devera Aliyan ku roja 21 meha Êlûnê hatibû binçavkirin.

3.Mutîh Seyid Remedan ji xelkên gundê Zexîra yê girêdayî Çilaxa ku roja 21 meha Êlûnê hatibû binçavkirin.

4.Casim Behlûl Hacî ji xelkên gundê Girê Berî yê girêdayî Çilaxa ku 28 Êlûnê hatibû binçavkirin.

Tê zanîn, ku bi dehan kes ji endamên partiya Yekîtî ya Kurd û endamên partiya Demoqratî Kurdistanî PDK-S hîn binçavkirîne di zindanên PYDê de, ji ber beşdarbûna wan di cenazeta pêşmerge Hebîb Qedrî de û mangirtinên li dijî kiryarên PYDê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button