Break newsNûçeslide
Asayişa PYD serkirdeyê ENKSê Beşar Emîn binçavkir
Yekîtî Media 21/5/2017
Li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn ji aliyê Asayişa PYD ve, doh şemê, hate binçavkirin.
hat ragihandin, şeva borî asayişa PYD li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê û endamê Polîturoya PDK-Sê Beşar Emîn binçav kir.
Beşar Emîn doh di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, ewê berdewam bi biryara ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe.
Herwiha gotibû, mangirtin û xwepêşandan li derveyî welat birêve biçin, bo azadkirina hemû endam û serkirdeyên ENKSê yên di girtîgehên PYD de ne.