Break newsNûçeslide

Asayişa PYD rê nada birîndaran derbasî Kurdistanê bibin

Yekîtî Media 23/4/2016

Asayîşa PYD rê nade 3 birîndarên Qamişlo yên ku, di encama şerê dawî de birîndar bûne derbasî Herêma Kurdistanê bibin bo wergirtina çareseriya tenduristî.

Peyamnêrê Yekîtî Media li Dêrikê tekez kir, ku 3 birîndarên şer û pevçûnên Qamişlo, dixwestin derbasî Kurdistanê bibin, bo wergirtina çareseriya tenduristî, lê ji aliyê Asayişa PYD ve rê li pêşiya wan hate girtin.

Herwiha Şeva borî ciwanek bi çekî segvan birîndar bûbû, ji ber dijwariya birîna wî malbata wî xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibe û bê dermankirin, lê Asayîşa PYD rê li ber girt.

Şewket Berbuharî rêveberê dergehê pîşabûrê yê sînorî ragihand, ku asayiş rê nade birîndaran ku derbasî Kurdistanê bibin, û malbata wî ciwanê birîndar pêre axivîn da ku bi asayişê re bi axive bo rê bidin birîndarê wan, lê asayişê tu bersiv neda wan, û ciwanê birîndar ma li ser sînor ta derengî şevê.

Serokê Kurdistanê Masûd Barzanî wek destpêşxerî û hevkariyekê bo Kurdistan Sûriya biryar da, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo wergirtina birîndarên şerê Qamişlo di amadebaşiyê de bin.

Ji 20 Nîsanê ve, şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên Asayişa PYD û YPG ê ji aliyekî ve û hêza Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Rêjîma Sûriyê ji aliyekî din ve derket. Doh, êvarî jî agirbest di navbera YPGê û Rejîma Sûriyê hate ragehandin.

Tê zanîn, ku di encama wî şerî de 10 şervanên (YPG) û 17 welatiyên sivîl jiyana xwe jidestdan, herwiha 31 alîgirên rêjîma Sûriyê di wî şerî de hatine kuştin.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button