Break newsRaportslide

Asayişa PYD hêz li dijî mangirtinên ENKS ê bikaranî

Yekîtî Media 17/8/2016

Asayişa partiya yekîtiya dîmoqrat PYD bi hilmeteke binçavkirina endamên partiyên encûmena niştimanî ya kurd ENKS li gelek bajarên Kurdistana Sûriyê rabû.

Ew hilmet destpêkir  berî mangirtinên li ser banga  xwecehiyên ENKS ji bo şermezarkirina  kiryarên PYD di mafê serokê ENKS û siyasetmedaran de destpêkir.

Herwiha hilmeta binçavkirina çalakvan û endamên partiyên encûmenê piştî ku mangirtin  hatin lidarxistin berdewam kirin.

Li ser vexwendina encûmenên xwecihî yên ENKS doh sêşemê demjimêr 6 êvarî bi 100 xelek li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê di mangirtinan de beşdarbûn, li dijî kiryarên partiya yekîtiya dîmokrat PYD di mafê serokê ENKS de û binçavkirina serkirde û çalakvanên siyasî.

2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button