Break newsNûçeslide

Asayişa PYD serkirdeyê partiya Yekîtî Enwer Naso û hin endamên partiyê li Amûdê binçavkirin

Yekîtî Media 16/8/2016

Îro sêşemê 16ê Tebaxê, asayişa partiya Yekîtiya Dîmokrat PYD li bajarê Amûdê Enwer Naso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ligel Ebdilîlah Ûcê Endamê komîta navendî ya wê partiyê binçavkirin.

Herweha asayişa PYD rojnamevan Berzan Şêxmûs nûçegihan malpera Yekîtî Media li Amûdê binçavkir û li gel hejmarek ji endamên partiya Yekîtî ya Kurd, navên wan:

Merwan Îdê

Hac Mihemed Umer

Fêsel Qadirî

Zibêr Ibrahîm

Ciwan Ibrahîm

Teysîr Hito

Dijwar Tewfîq

Hac Îsa

Tê zanîn ku asayişa PYD berî demekê herdû serkirdeyên partiya Yekîtî ya Kurd li Amûdê Enwer Naso û Ebdilîlah Ûcê ji bo maweyî meh û nîvekê binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button