Break newsRaportslide

Asayişa PYD ê zarok û xwendekarên zanîngehan binçav dike

Yekîtî Media 24/5/2016

Asayişa partiya yekîtiya dîmokratîk PYD ê bi berbanga roja Dûşemê re bi hilmetek li ser gundên Amûdê û devera Koçerat rabû, di wê hilmetê de bi dehan ciwan binçav kirin, di nav wan de zarokên temen kêmî 18 salî û herwiha hejmarek ji xwendekarên zanîngehê hatin girtin.

Asayişa PYD ê zarokê 16 salî ”Zinar hecî Qasim” ji gundê Kerengo yê Amûdê di wê hilmetê de binçavkir , û ew birin leşkeriya neçar.

Herwiha asayişa PYD ê xwendekarê zanîngehê ”Rêzan Qasim” ji gundê Til Hebeşê yê Amûdê binçavkir û ew ajotin leşkeriya neçar.

ENKS ê di daxuyaniyekê de kiryarên PYD ê şermezar kirin, û berpirsayetiya van karan û encamên wan xiste ustiyê PYD ê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button