Break newsNûçeslide

Asayişa PYD ê Ofîsa partiya Yekîtî ya Kurd û Ofîsa PDKS li bajarê Til Temir girtin

Yekîtî Media 23/4/2016

îro êvara şemiyê 23 Nîsanê, Asayişa PYD ê Ofîsa partiya Yekîtî ya Kurd û Ofîsa PDKS li Bajarê Til Temirê girtin, ji ber ku ew herdû Ofîs bê rêdan ji hêla rêveberiya xweser ve ya bi ser partiya PYD ê ve hatine vekirin.

Behcet Şêxo Endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ji Yekîtî Media re tekez kir, ku Asayişên PYD ê bi çekên giran êrîşî ofîsa Rêxistina wan li Til Temirê kirin, û ew agahdarkirin kirin bi valakirina ofîsê bilez, ji bo ku bigrin.

Şêxo berdewam kir, ku asayişê ji wan re got fermana girtina ofîsa partiya Yekîtî ji rêveberiya asayişa giştî hatiye, û got ew hêz ti fermana nivîskî bi wan re tine bû, û ew berî niha hişyar nekiribûn.

Endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî berdewam kir, û got di dema ku miletê kurd bi hewcedariya yekîtiyê ye, Hêzên Asayişa PYD ê Ofîsên partiyên kurdî yên  ENKS ê digire.

Şêxo herweha diyar kir, ku girtina ofîsan dûrî wê civaka dîmoqratî ye ya ku PYD ê pê ban dike, û armanca vî karî ew e tunekirina jiyana siyasî li Kurdistana Sûriyê ye, û ev karê han tê wek encama rêkeftinên ku doh bi şev di navbera PYD ê û Rêjîma Sûriyê de hatin danîn .

wekû tê zanîn ev cara sêyem e asayişa PYD ê Ofîsa partiya Yekîtî li bajarê Til Temirê digire.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button