Break newsNûçeslide

Asayişa PYD ê êrîşî gundên Kurdî dike û ciwanan binçav dike

Yekîtî Media 23/5/2016

Di demjimêrên sibeha zû de, îro Duşemê 23ê Gulanê, hêzeke mezin ji asayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD êrşî gundên (Tilhebeşê ,Cewheriya û Kerengo) li gundewarê Amûdê kirin, û 19 kes ji xelkê wan gundan binçavkirin, di wê êrîşê de asayişan çekên nêçîrê yê gundiyan  ji wan stendin û li nav  kel û pelên wan geriyan , û tirs di nava zarok û jinan de li wan gundan belav kirin .

di heman demê de asayişên PYD êrîşî gundên (Tebkê – sêgirka – Sebcifar – Bestasûs û Girzîro) li devera Koçerat li gundewarê Dêrikê kirin û ciwanên wan gundan binçavkirin.

Herwiha asayişa PYD êrîşî gundê ( Gir Ziyarata Ebasa) li gundewarê Girkê Legê kir û 5 ciwan li wî gundî binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button