Break newsNûçeslide

Asayişa PYD di dorpêçkirina gundên Kurdî û binçavkirina ciwanan de berdewam e

Yekîtî Media 19/7/2016

Şeva yekşemê 17/7/2016 asayişa PYD gundê ” Kefrî Dena ” yê bajarokê Çilaxa dorpêçkir, û welatiyê bi navê Yûsiv Şerîf Yûsiv binçavkirin.

Herweha sibeha roja dûşemê 18/7/2016 asayişa serbazî ya partiya yekîtiya dîmokratîk PYD bi hilmetekê girtina ciwanan li bajarê Qamişlo rabû.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, ku asayişa serbazî ya PYD bi hejmarek mezin li kolanan belavbû û ciwanên temen ji 18 ta 31 salî bi egera leşkeriya neçar binçav dikirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button