Break newsNûçeslide
Asayişa PYD berpirsê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Ismaîl serbest berda
Yekîtî Media 17/1/2017
Asayişa partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, îro li Qamişlo, berpirsê polîtbîroya partiya Demoqratî Kurdistanî – Sûriya Mihemed Ismaîl ji zindana Ellaya serbest berda.
Tê zanîn ku Mihemed Ismaîl roja 15ê tebaxa 2016 ji rex asayişa PYD hat binçavkirin dema ku beşdarî pêşwazîkirina cenazeta şehîdê pêşmergeyê roj Hebîb Qedrî bû, û tawana beşdarbûna di xwepêşandana bê rêdan de jê re hate arast kirin.