Break newsNûçeslide

Bombeyek di bargeha ENKSê de li Girkê Legê teqîya

Yekîtî Media 17/1/2017

Bombeyeke çandî li pêşiya deriyê bargeha xwecihiya ENKSê li bajarê Girkê Legê , îro demjimêr 2 sibehê, teqîya.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Girkê Legê ragihand, ku teqîn bi riya bombeyekê dejimêr 2ê sibehê rûda, û di encamê de hin ziyanên abûrî di bargeha ENKSê de çêbûn.

Derbarî vê teqînê, encûmena xwecihî ya ENKSê li Girkê Legê daxuyaniyek belavkir, têde ev kiryar bi tundî şermezarkir, herweha tekezkir ku kiryarên wisa xebata wan ranawestînin û dê her berdewambin di xebata xwe li ser rêbaza kurdayetiyê ta bidestxistina mafên miletê Kurd yên netewî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button