Break newsNûçeslide
Asayişa PYD 7 endamên partiyên ENKS li Girkêlegê binçavkirin
Yekîtî Media 15/11/2016
Asayişên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD piştî bi dawî kirina rêûresmên bixak spartina hersê pêşmergeyên roj milazim Sîpan Yûsif Sîno, Mewlûd Ehmed û Etof Tahir , dest bi hilmeta binçavkirinê kirin.
Asayişan 7 endamê partiyên encumena niştimanî ya kurd li devera Girkêlegê binçavkirin.
Herwiha Encumena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji bo binçav kirina serkird û endamên partiyên encûmenê daxuyaniyek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de kiryarên PYD ku lidijî mirovatiyê ye şermezar kir û doz li civaka navdewletî û partiyên Kurdistanî kir ku fişaran li PYD bikin da ku girtiyên encûmenê serbest werin berdan.
ENKS di daxuyaniya xwe de tekezkir ku ew ji kar û xebata xwe ji bo pirsgirêka Kurdî û mafê miletê Kurd venagerin.