Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê:hêzên me baregehên rêxistina Daiş û yên PYD li bakûrê Helebê bombebaran kirin

Yekîtî Media 23/10/2016

Artêşa tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan baregehên rêxistina daiş û yên partiya yekîtiya demoqrat PYD li bakûrê helebê bumbebaran  kirin .

Wê daxuyaniyê diyar kir ku hêzên wan 52 baregehên daiş û 70 baregehên PYD armanc kirin .

Ji aliyê xwe ve serokê tirkiyê receb teyib erdoxan tekez kir ku hêzên rikbriyê yên  tirkiyê piştgiriya wan dike  berî dane bajarê babê da ku ji  destê daiş rizgar bikin, herwiha erdoxan eşkere kir ku tirkiyê di alîkariya hevalbendên xwe ji bo şerê daiş li bajarê reqayê berdewam e lê ew tu karî bi PYD re nake.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button