Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê mangirtina lidijî dîwarê sînorî gullebarankir 10 kes birîndar bûn

Yekîtî Media 28/10/2016

Li Efrînê û di encama gullebarana artêşa Tirkiyê li ser xwepêşanderan zêdetirî 10 kesan birîndar bûn di nav wan de zarok û jin jî hebûn.

Jêderekî xwecihî ji navçeya Rajo ya girêdayî herêma Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand, ku xelkên gundê Sorke yê devera Rajo bi mangirtinekê li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de derketin, li ser vexwendina partiya yekîtiya demokrat PYD, jibo şermezarkirina avakirina dîwarê sînorî ku ji rex artêşa Tirkiyê ve di hundirê zeviyên gundiyan de tê avakirin.

Heman jêderî tekezkir ku artêşa Tirkiyê bi panaya 300 metrî û li ser dirêjahiya 4km derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bûye, bi armanca avakirina dîwarekî li seranserî sînor.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button