Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe û birîndarbûna 3 yê din ragihand

Yekîtî Media 5/11/2016

Artêşa Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe û birîndarbûna 3 leşkerên xwe yên din li Sûriyê ragihand.

Li gor daxuyanyeke artêşa Tirkiyê ku îro hatiye belavkirin, di encama şer û pevçûnên digel DAIŞê de li bakurê Helebê leşkerkî Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, di wan pevçûnan de 5 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatine kuştin û 22 cekdarên din jî birîndar bûne.

Herwiha li gor daxuyaniya artêşa Tirkiyê, ku 5 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button