Break newsNûçeslide

Armanca serekî ya serdana Serokwezîr Barzanî bo Bexdayê eşkere bû!

 

Yekîtî Media

Barzanî – Kerry

Hewlêr– Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, qesta serekî ya serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, hevdîtin bi Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry re bûye.

 

Duh şandeke Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî çûbû Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û rayedarên Iraqê re hevdîtin kiribû.

 

Derheqê serdana şanda Kurdistanê de, berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, armanca serekî ya serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê, dîtina Wezîrê Derve yê Amerîka bû.

 

Sefîn Dizeyî li ser naveroka hevdîtina John Kerry û Nêçîrvan Barzanî de jî got, di civînê de Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê li hêla pêş a şerê DAIŞê ye û DAIŞ rasterast Herêma Kurdistanê tehdîd dike.

 

Berdevkê hikûmetê, ku ew jî tevlî hevdîtina han bibû, da zanîn ku Serokwezîr Barzanî ji Wezîrê Derve yê Amerîka re gotiye, eger DAIŞ ji Mûsilê bê derxistin bi sûda Herêma Kurdistanê ye jî.

 

Li gorî agahiyên Sefîn Dizeyî, Nêçîrvan Barzanî li ser azadkirina Mûsilê jî axiviye û gotiye, nabe tenê di hizra azadkirina Mûsilê de bin divê hizra qonaxa piştî azadkirina Mûsilê jî bê kirin.

 

Hişyarî daye Ebadî!

 

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Ebadî re got ku di destnîşankirina endamên kabîneya nû de divê bi Herêma Kurdistanê re bişêwire û bi serê xwe hinek kesan bi navê nûnerên kurdan destnîşan neke!

 

şanda Kurdistanê destpêkê bi Wezîrê Derve yê Amerîka re paşê jî bi rayedarên Iraqê re rûniştibû.

 

Jêder : Rûdaw

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button