Break newsNûçeslide

Amûdê daxwaza fîdrelîzim ji bo kurdistan a Sûriyê xwest

Yekîtî Mîdya

Amûdê 6/3/2016

Bi Vexwendina Encumana Xwecih ya Encumana niştimanî ya kurd li Sûrî li amûdê roja yekşemê 6/3/2016 xwepêşindanek hate li darxistin û daxwaza fîdrelîzim ji bo kurdistan a Sûriyê xwest.

Xwepêşanderan durişmê doza fîdrelîzim hildan, û doza fîdrelîzim yekîtî ye ne perçe kirine.

Endamê encumana Xwecih li amûdê “ebd el mecîd hesen” ji YEKÎTÎ MÎDYA ragihand, ev çalakî ya me ji bo em ji hemû cîhanê re daxwiyanî bikin go doza me sîstemek fîdrelîzim ji bo sûriya pêşerojê û mafê miletê kurd bê çareser kirin.

Hesen gotina xwe berdewam kir û got, fîdrelîzim yekîtî ye û çareseriya sûriya pêşerojê piştî pênc salan ji Şer ê li Sûrî û civaka sûriya hate perçe kirin.

Endamê encumana Xwecih got fîdrelîzim sîstemek ji sûriya pêşerojê wê mafê her milet a têde parastî be .

Hêjayî gotinê ye, bajarê amûdê Yekemî Bajar li Sûrî yê durişmê doza fîdrelîzim hildan di xwepêşindanê ruxandina rêjîma Sûriyê di Dîroka 30/9/2011.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button