Nûçe

Amûdê.. Çekdarên PYDê keçek piştî lêdana malbata wê, revandin..

Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê keçek ji mala wê revandin, piştî ku li malbata wê xistin.

Di 11ê Tebaxê de, Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan belge kir ku çekdarên PYD êrîşî malekê li bajarê Amûdê li gundewarê Hesekê kirin, bi zorê destdirêjî li endamên malbatê kirin, û keça wan ji bo cihekî nediyar, revandin.

Li gorî Tora Mafên Mirovan, keça 19 salî Şêxa Ebdulbarî Tatar a xelkê bajarê Amûdê, di sala 2019an de ji aliyê Cewanên Şoreşger ya bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatibû revandin. 14 salî.

Wê demê keçik dema ku xwest vegere cem malbata xwe salekê rastî îşkence û zîndanê hati bû. .

Piştî berdana wê ji girtîgehê, ew berî du heftiyan vegeriya nav malbata xwe, piştî wê hêzeke çekdar ku ji zêdetirî sîh otombîlên leşkerî pêk dihat bû , êrîşî mala wê keçê kir. Wan bi dijwarî li dayîk û birayê wê xistin , ku di encamê de dayîka wê bi giranî di laşê wê de birîndar bû û diranên wê jî şikestin û ew birin cihekî nediyar û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Tevî ku malbata wê gilî li saziyên ser bi Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve kir jî, lê doza wan bi ser neket.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button