Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Almanya: Tirkiyê jînosayd pêk aniye

Yekîtî Media 2/6/2016

Parlamentoya Almanya bi piraniya dengan komkujiya Ermeniyan di sala 1915ê de ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve, ku Komara Tirkiyê niha mîratgirê wê ye, wek jenosîd nas kir. Bi naskirina Almanya re, hejmara welatên ku wê komkujiyê wek jenosîd bi nav dikin, bû 25 welat.

Parlamentoya Almanya di civîna xwe ya îro pênşemiyê de, bi piraniya dengan komkujiya Ermeniyan wek jenosîd nas kir.

Bi pesendkirina îro ya parlamentoyê, Almanya jî tevlî wan 24 welatên din bû ku pêştir komkujiya Ermeniyan wek jenosîd nas kiribûn.

Îro pênşemî 2ê Hezîranê Parlamentoya Almanya bo gotûbêjkirina dosyaya naskirina komkujiya Ermeniyan wek jenodîs civînek li dar xist û piştî gotûbêjê biryar li ser naskirina jenosîda Ermeniyan ji aliyê desthilata Împeratoriya Osmanî ve da, ku niha Komara Tirkiyê mîratgirê wê împeratoriyê ye.

Sala borî jî naskirina jenosîda Ermeniyan ketibû rojeva Parlamentoya Almanya, lê belê ji ber dijatîkirina Hikûmeta Almanya û tirsa têkçûna pêwendiyên navbera Tirkiyê û Almanya, ew mijar ji rojeva parlamentoya wî welatî hatibû dûrxistin.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button