Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Almanya: Em ji referandoma serxwebûna Kurdistanê dilgiran in!

Mûnîx (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier ragihand, Almanya ji referandoma serxwebûna Kurdistanê dilgiran e!

Duh li bajarê Mûnîxê yê Almanya, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kevana 52emîn civîna ewlehiyê ya Mûnîxê de, bi Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier re rûnişt.

Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Almanya li ser twîttera xwe, wêneyeke xwe û Barzanî danî û behsa wê hevdîtin kir.

Wî rayedarê Almanya wiha got: “Min û Serok Barzanî hevdîtinek dirêj kir. Em ji referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê pir dilgiran in”.

Hat gotin ku Barzanî û Steinmeier li ser pêwendiyên Hewlêr û Berlînê jî axivîne. 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button