Break newsNûçeslide

Alîgirên PYD gefan li nûçegihanê Yekîtî Media Cengîn Elîko dikin

Yekîtî Media – Dirbêsiyê

1/5/2016

Hîn PYD berdewam e di hilmeta xwe de li dijî çalakvan û rojnamevanan, şeva şemê 30ê Nîsanê , girûpekê ji alîgirên PYD cardî gef li nûçegihanê Yekîtî Media Cengîn Elîko û malbata wî li bajarokê Dirbêsiyê xwarin.

Cengîn Elîko tekez kir, ku alîgirên PYD zeyta şûtî li ber dergehê mala wan rijandibûn, herwiha rojane bi keviran êrîşî deriyê malbata wî dikin, Cengîn diyar kir , ku heman girûpê berî hefteyekê alaya Kurdistanê ji ser xaniyê wan anîn xwarê û qetandin û avêtin kolanê.

Hêjaye gotinê ku di dema dawî de, alîgirên PYD bi hilmeteke tawanbarkirina bi xiyanetê li dijî serok Barzanî û serkirdeyên ENKS radibin, digel girtin û şewitandina baregehên Encûmenê û partiyên di bin sîwana wê de.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button