Break newsRagehandinslide
balafireke Tirkî kete xwarê, 30 kesî jiyana xwe ji dest da
Yekîtî Media 16/1/2017
balafireke Tirkiye li Qirxîzistanê ket xwarê. Herî kêm 30 kesî canê xwe ji dest dan.
balafireke barhilgir ya Tirkiyê bi tîpa Boeîng 747-400 ku ji Hong Kongê rabûbû, li nêzîkî paytext Bîşkekê ket xwarê. Rayedarên Qirxîzistanê dan xuyakirin, firoke, dema xwestiye li firokxaneya Mînasê were xwarê ketiye.
Hat ragehandin, 4 karmendên nav firokeyê canê xwe ji dest dane, û li avahiyên derdor jî herî kêm 26 kesan canê xwe ji dest dan.