Break newsNûçeslide
Dîmistora nerhetiya xwe daxuyakirin ji êrîşên Rikberiyê li ser taxên rojavayê Helebê
Yekîtî Media 1/11/2016
Stîvan dîmistora şanderê navdewletî yê taybet ji bo sûriyê nerhetiya xwe daxuyakirin ji bo êrîşên rikberiya sûrî bi rokêtan li ser taxên rojavayê Helebê yên ku di bin kontrola rêjîmê dene.
Dîmistora di daxuyaniyekê de diyar kir ku di gelek raporan de eşkere dibe bi dehan zarok û xelkên sivîl ji ber wan êrêşên li ser rojavayê helebê jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha stîvan dîmistora êrîşên rêjîmê û yên rikberiyê li ser dibistanan şermezar kir û doza cîbicîkirina agirbestê kir.