Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Saziyên Sivîl : rewşa awarte li Tirkiyê bûye sedema binpêkirina mafê mirovan

Yekîtî Media 21/10/2016

26 saziyên sivîl ên navnetewî ji Tirkiyê daxwaza rakirina rewşa awarteyê kirin.

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Yekîtiya Nivîskaran jî nav de 26 saziyên sivîl ên cîhanê li dijî Rewşa Awarteya li Tirkiyeyê belavokek hevpar weşandin.

Di belavokê de, piştevanî ji bo lêpirsîn û lêkolînên derbarê hewla derbeya leşkerî de tê kirin. Lêbelê dirêjkirina rewşa awarteyê ew nîgeran kirine û li hemberî  binçavkirina rexnegirên hikûmetê jî nerazî ne.

Herwiha saziyên sivîl amaje kirin, ku rewşa awarte bûye sedema binpêkirina mafê mirovan. Lewma divê li Tirkiyê rewşa awarte were rakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button