Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Li Mûsilê Ta niha Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê 30 gund kontrol kirine
Yekîtî Media 19/10/2016
Di sêyemîn roja operasyona Mûsilê de li başûr û rojhilat û başûrê Mûsilê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şerekî giran diqewime.
Li gor agahiyan, artêşa Iraqê ev 3 roj in di çarçoveya qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê de êrîşên xwe berdewam dike.
Îro jî li derdora nahya Nemrûdê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şerekî giran diqewime. Herwiha ji eniya Hebaniyê jî yekîneyên artêşa Iraqê pêş de diçin.
hêzên artêşa Iraqê gundê Kanî Heramê li başûrê parêzgeha Mûsilê kontrol kiriye û gundê Ebas Receb jî dorpêç kiriye.
Roja duşemê (17/10/2016) danê sibê yekemîn pêngava operasyona Mûsilê li eniyên Xazir û Geyarayê dest pê kir. Heta niha Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê 30 gund kontrol kirine.