Break newsNûçeslide
Hikûmeta Tirkiyê şandekê dişîne Şamê
Yekîtî Media 14/10/2016
Hikûmeta Tirkiyê di çend rojên bê de şandekê dişîne Şamê Paytexta Sûriyê û dê ligel rêjîma Beşar Esed danûstandinan encam bide.
Rojnameya “Aydinlik” ya Tirkî li ser zarê jêderekî dîplomasî belav kir, ku Tirkiyê di 4 – 5 rojên bê de bi mebesta danûstandinan ligel rêjîma Sûriyê bike, şandekê dişîne Şamê.
Rojnameyê nivîsiye, şandina wê şandê ji aliyê Tirkiyê ve, guhartineke balkêş e derbarê siyaseta Sûriyê de ye, bi taybet piştî ku çend sal in Tirkiyê daxwaza rûxandina Serokê Sûriyê Beşar Esed dikir.