
Break newsRaportslide
Encûmenên Xwecihî yên ENKSê berdewam in di gireva birçîbûnê de
Yekîtî Media 17/9/2016
Li ser biryara encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, hemû encûmenên xwecihî yên girêdayî ENKSê tevlî gireva birçîbûnê bûn, ji bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYDê de û şermezarkirina kiryarên PYDê li dijî endam û serkirdeyên partiyên ENKSê.
Herweha doh înê encûmenên xwecihî li Qamişlo ( taxa Xerbî û taxa Kornîş ), Hesekê, Tirbe Sipiyê, Dêrik , tevlî gireva birçîbûnê bûn.
Gireva birçîbûnê 3 rojan berdewam dike , ji roja înê û ta yekşemê bidawî tê.
Tê zanîn ku encûmena xwecihî li rojhilatî Qamişlo ev 6 rojên hîn berdewam e di gireva birçîbûnê de.