Break newsRaportslide

Xwecihiyên ENKSê li piraniya bajaran ketin gireva birçîbûnê de

Yekîtî Media 16/9/2016

Li ser biryara encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê, îro piraniya encûmenên xwecihî yên ENKSê ketin gireva birçîbûnê de, ji bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYDê de.

Encûmenên xwecihî yên ENKSê li van deveran ketin gireva birçîbûnê de: Til Temir, Çilaxa, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Serê Kaniyê, Tirbe Sipiyê, herdû encûmenên taxa Xerbî û Taxa Kornîş li Qamişlo.

Li gor biryara ENKSê gireva birçîbûnê dê 3 rojan berdewam bike.

Tê zanîn ku encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ji roja yekem ya cejna Qurbanê hîn berdewam e di gireva birçîbûnê de, û rewşa beşdaran ya tunduristî xerab ketiye.

1 2 3 4 5 6 7 8

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button