Break newsRaportslide

Li Amedê konferansek li ser Kurdistan û siberojê tê lidarxistin

Amed (Rûdaw) – Akademîsyenên kurd ji bo nirxandina pêşveçûnên li Iraq, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, li Amedê konferansek li dar xistin.
Li Amedê bi beşdariya bi dehan akademîsyenên ji zanîngehên cuda konferansa bi navê “Di Rojhilata Navîn de Sînor, Rejîm, Kurdistan û Tehayûlên (pêşbînî) Siberojê” dest pê kir.
Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku çend roj berê ji girtîgehê derketibû jî tevlî konferansê bû û helwesta welatên Ewropayê ya li hemberî kurdan rexne kir.
Dîcle wiha axivî:“Di vê sedsalê de hêzên desthilatdarên Ewropî, bê vîna gelê kurd ango bê îradeya gelê kurd, Kurdistan perçe kirin. Kurd ji hemî mafên neteweyî bêpar hîştin û koletî li ser gelê me ferz kirin.”
Akademîsyenên ku tevlî konferansê bûn, pêşveçûnên dawî yên li Iraqê jî nirxandin û bal kişandin ser vê yekê ku êdî derfeta pêkvejiyana kurd û erebên sûnnî û şîe nemaye.
Akedemîsyenê bi navê Cuma Çîçek, ku ji Zanîngeha EHESSêya Fransayê beşdar bibû, got, “Dema em li başûrê Kurdistanê dinihêrin xuya dike ku civata kurd dixwaze xwe îdare bike. Şert û mercên pêkvejiyana ereb û kurdan her ku diçe qels dibe û qut dibe.’’
Hin akademîsyenan jî xwestin kurd li hemberî stratejiya Iraq û Îranê hişyar bin û bi gavên aqilane berjewendiyên neteweyî biparêzin.
Akademîsyenê bi navê Veysel Ayhan ku ji Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê ya li bajarê Bolu yê Tirkiyê beşdar bibû, got, “Divê kurd hişyar bin û hişyariya xwe tenê li ser DAÎŞ’ê danenê. Divê stratejiya Îran’ê baş bifikre. Stratejiya Bexda’yê jî baş bifikre. Çimkî, tirseke mezin li ser Îran’ê ye ku Kurdistaneke serbixwe ava bibe. Ji ber wê jî Îran dixwaze Kurdistan’ê bike cihê şer.’’

Konferansa ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî (SAMER) û Weqfa Mezopotamyayê ve tê birêvebirin dê 2 rojan berdewam bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button