Break newsNûçeslide

 Hejmarek ji girtiyên siyasî di zindanên PYD de ketin gireva birçîbûnê

Yekîtî Media 21/8/2016

Hejmarek ji girtiyên siyasî di zindanên partiya yekîtiya demokrat PYD de ketin gireva birçîbûnê de, piştî ku ji hêla asayişên PYD ve hatibûn binçavkirin dema ku ji rêûresmên cenazeta şehîdê pêşmergeyên roj Hebîb Qedrî vedigeriyan.

Girtiyek ku ji zindana PYD serbest hate berdan ji Yekîtî Media re ragihand ku hejmarek ji endam û alîgirên encûmena niştimanî ya kurd li sûriyê ENKS ketin gireva birçîbûnê jiber binçavkirina wan bê sedem.

Herweha rêxistina Ewropa ya partiya Yekîtî di daxuyaniyekê de diyar kir ku rewşa tenduristî ya endamê komîta navendî ya wê partiyê Ebdella Gedo ku ji rex asayişa PYD ve hatibû binçavkirin xerab dikeve ligel ku ew bi rebû û pirostata nexweşe, û berpirsayetiya saxlemiya wî xiste histê PYD de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button