Break newsNûçeslide

Serokê ENKS ê Ibrahîm Biro ligel Sekreterê PDK-Î civiya

Yekîtî Media 21/8/2016

Şandek ji Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê(ENKS) serdana partiya Dîmuqrata kurdistan- îranê li bajarê Koya kir û ligel Sekreterê wê Mistefa Hicrî civiya.

Îro yekşemê 21ê Tebaxê, li bajarê Koye yê ser bi parêzgeha Hewlêrê şandek ji Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê(ENKS) bi Serokatiya  Serokê ENKS Ibrahîm Biro û Serokê komîteya Peywendiyên Derve yê ENKS Kamîran Haco û Endamê Komîteya peywendiyên derve yê ENKS Mistefa Sîno pêk dihat, bi Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan Îranê Mistefa Hicrî re hevdîtin pêkanîn.

Di civînê de behsa rewşa Rojavayê kurdistanê bi giştî û kiryarên PYD kir, û êrîşên rêjîma Esed li ser bajarê Hesekê hat kirin.

Her du aliyên siyasî tekezî li ser bihêzkirina  peywendiyan di navbera ENKS û aliyên kurdistanî de, herwiha partiya navborî jî kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button