Break newsNûçeslide
Li Hesekê şerûpevçûn di navbera YPG û artêşa Rêjîma Sûrî û milîsên bi ser ve berdewam e
Yekîtî Media 20/8/2016
Şer û pevûn li bajarê hesekê di navbera yekîneyên parastina gel ypg û milîsên bi ser rêjîma sûrî ve berdewam e.
Her wiha şer û pevçûnên dijwar derketin li taxên xiwêran û neşwa rojhilat û roj ava piştî ku hêzên sûriya dîmoqrat di şerê li dijî rêjîmê beşdar bûn di dema ku balafirên rêjîmê hin xalên hêzên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD armanc kirin û xelkên bajêr ber bi gund û bajarên kurdî direvin.
Ji aliyê xwe ve encumena niştimanî ya kurd li sûriyê ENKS êrîşên li ser bajarê hesekê şermezar kir û doza hevrêziyekê ji bo derbaskirina leşkerên roj kir da ku parastin û bervaniyê di ber hemû pêkhatên deverê de bikin.